Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 kes ji bajarê Efrînê revandin

Çekdaran bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn, 3 mamoste û 3 kesên din ji yek malbatê revandin.

Bajarê Efrînê
Bajarê Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 6 kesên sivîl bi tometa pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn, revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja 17ê Cotmeha 2021ê 3 mamosteyên jin ji navçeya Mabeta revandin.

Navên mamosteyan Elya Mistefa, Mizgîn Mihemed û Sozan Fazil in û bi tometa ku di dema Rêveberiya Xweser de jî li dibistanan mamoste bûn, hatine revandin.

Diyar kir jî, piştî ku çekdaran baca 1300 Lîreyên Tirkî ji mamoste Elya Misetefa standin ew berdan. Çekdaran heman bac li her du mamosteyên din jî hatine sepandin,e lê hîne ew bernedane.

Rêxistina Mafên Mirovan belav kir jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 27ê Cotmehê bi ser maleke bajarê Efrînê de girt û 2 xwişk û birayekî bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû revandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan, kesên hatine revandin navê wan Eymen, Binefş û Nûvîn Kêfo ne û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.