Nêçîrvan Barzanî: Duberbûna êrîşên teroristî, nîşan dide ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîne ye

Serokê Herêma Kurdistanê: Duberbûna berdewam û firehbûna êrîşên teroristî, wê rastiyê diçespînin ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîne ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ragihand, duberbûna berdewam û firehbûna êrîşên teroristî, wê rastiyê diçespînin ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîne ye û li ser aramî û ewlahiya welat gef e.

Şeva borî terorîstên DAIŞê li mîhwera Kerkûkê êrîş kirin ser hêzên Pêşmerge û di encamê de du Pêşmerge şehîd bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ragihand, “Pirse û sersaxiyê li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdên canfîda Xalid Hemîd Heyas û Ako Kerîm Qadir ên Lîwaya 10 a Peyade ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve dikim ku şeva borî piştî rûbirûbûneke qehremanane di dema êrîşa DAIŞê de şehîd bûn û giyanên xwe yên pak bi xakê bexşandin.”

Di peyamê de hat: “Ji dil ve hevsoz û hevxemê malbat û kesûkarên wan, tevahiya heval û hevsengerên wan û Pêşmergeyên qehreman im. Ji nêzîk ve hest bi êş û azarên wan dikim. Ji Xwedêyê mezim daxwaz dikim giyanê şehîdan bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê dibe hemûyan.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Duberbûna berdewam û firehbûna êrîşên teroristî, wê rastiyê diçespînin ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîne ye û li ser aramî û ewlahiya welat gef e, ji ber wê divê bi vîn û destekî polayî, bi hevkarî û hevahengiya Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî rûbirûyî wan bibin, heta bi yekcarî tê jinavbirin.”