Mesrûr Barzanî ji bo rûbirûbûna terorê tekeziyê li hevkariya Herêm û Hikûmeta Federalî dike

Mesrûr Barzanî: Ev êrîşa teroristî, careke din tekeziyê li girîngiya hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê êrîşa şeva borî ya teroristên DAIŞê li ser sengerên Pêşmerge belav kir û tê de ragihand, ev êrîşa teroristî, careke din tekeziyê li girîngiya hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe li tora civakî “Twitter” peyamek belav kir û tê de xembariya xwe ji bo şehîdbûna du Pêşmergeyan nîşan da û sersaxî li malbat û kesûkarên wan kir.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, ev êrîşa teroristî, careke din tekeziyê li girîngiya hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî dike ji bo rûbirûbûna gefên teroristên DAIŞê û dagirtina valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Şeva borî terorîstên DAIŞê li mîhwera Kerkûkê êrîş kirin ser hêzên Pêşmerge û di encamê de du Pêşmergeyên bi navê Hemîd Heyas Kakayî û Ako Kerîm Qadir şehîd bûn.