Li Rojavayê Kurdistanê 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 16 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 146 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 12 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 35550 kesan, ji wan 2451 kes baş bûne û 1357 kesan jî canê xwe ji dest dane.