Li Herêma Kurdistanê 655 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 655 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 655 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 655 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 238 kes li Hewlêrê, 116 kes li Silêmaniyê, 244 kes li Duhokê, 22 kes li Helebceyê û 35 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 946 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 450 kes li Hewlêrê, 162 kes li Silêmaniyê, 258 kes li Duhokê, 25 kes li Helebceyê, 26 kes li Germiyanê û 25 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 362251

Mirin: 6458

Başbûn: 344261

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.