“Zarokên di ser 12 saliyê re jî dikarin vaksînê werbigirin”
Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Zarokên di ser 12 saliyê re jî dikarin vaksînê werbigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, ji niha û pê ve zarokên di ser 12 saliyê re dikarin vaksîna Koronayê werbigirin.
Endamê Komîta Zanistî ya Koronayê di Wezareta Tendirustiyê de Dr. Deştî Bostanî ji K24ê re ragihand, duhî Wezreta Tendirustiyê ya Iraqê bi şêwirmendiya bi Rêxistina Tendiruatiya Cîhanê re biryar da, zarokên di ser 12 saliyê re jî dikarin vaksîna Koronayê werbigin.
Dr. Deştî Bostanî got, li piraniya welatan vaksîna Koronayê ji bo zarokên di ser 12 saliyê re tên dayîn, bi taybet li welatên cîranê Iraqê, ji ber wê jî Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê jî wê biryarê cibicî dike.
Got jî, dibe ku di demên pêş de tîmên tendirustiyê yên gerok ji bo vaksînkirina xwendekaran li dibistanan werin pêkanîn.
Destnîşan kir, pêştir Wezareta Perwerde binkeyeke taybet ji bo vaksînkirina mamosteyan danîbû, bi vaksînkirina xwendekarên di ser 12 saliyê re jî, metirsiyên Koronayê kêmtir dibin.