Li Rojavayê Kurdistanê 15 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin

Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê
Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 15 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 15 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 179 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 5 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 35998 kesan, ji wan 2463 kes baş bûne û 1379 kesan jî canê xwe ji dest dane.