Li Diyarbekirê buhayê cîgerê du qat zêde bûye

Ji ber kêmbûna ajalan li Bakurê Kurdistanê û hişkesaliya îsal bûye sedem ku buhayên cergê 2 qat zêde bibe.

Diyarbekir (K24) - Xwarina cîgerê ango cergê li Diyarbekirê xwarineke sereke ye û ji ber ku berê buhayên wê jî normal bû, gelek zêde baldarî dibîne. Lê bi taybet ji ber kêmbûna ajalan li Bakurê Kurdistanê û hişkesaliya îsal bûye sedem ku buhayên cergê 2 qat zêde bibe. Firoşkar jî balê dikşînin ku her buha zêde dibin, kara wan jî kêm dibe.

Girabûna buhayan li Tirkiye û Bakur, li ser kebaba cergê ku li Diyarbekirê xwarineke serekî ye, bandor dike. Goştfiroş û cergfiroş balê dikşînin ku buhayên cergê di çend rojên dawî de, teqrîben ji %80 zêde bûye û bihabûn firotinê jî qels dike.

Ahmet Kizilelê hosteyê goşt, balê dikşîne ku bi giranbûna buhayan re, firotina wan jî kêm dibe û bi taybetî di 2 mehên dawî de jî, hem buhayên goşt hem jî yên cergê giran bûne.

Ahmet Kizilel ji K24ê re diyar kir: “Cîger ji goşt jî gelek giran bûye. Berê me cîgerê bi 40-45 lîre difirot, niha bûye 70-75 lîre. Ji ber buhayê wê giran bûye, kirîna mişteriyan jî zehmet bûye. Me berê hefteyê 150 kîlo goşt difirot, niha daketiye 50 kîloyan, ji ber ku buha zêde bûne.”

Cîgerfiroş jî tînin ziman ku bihabûn, bi kêrî wan jî nayê, ji ber ku dema erzantir be dikarin zêdetir bifiroşin. Lê balê dikşînin ku peydakirina cergê jî êdî gelek zehmet bûye.

Faîk Gozalanê cergfiroş jî tîne ziman ku berê kiloya cerga berxan bi 45-50 lîre dikirîn, niha bi 90 lîre dikirin û her diçe di peydakirina cergê de jî tengasiyan dijîn.

Faîk Gozalan destnîşan kir: “Em niha cergê berxan bi 90 lîre dikirin, lê em ditirsin ku zêdetir bibe û heta em nikaribin cerg peyda jî bikin. Bi vî rengî be dê di demeke kurt de kiloya cergê ji 120 lîre derbas bibe. Ajal tunene, nayên serjêkirin û îsal tengasiyeke mezin xuya dike. Em jî wek ku buhayê li goştfiroşan zêde bûye nikarin buhayan zêde bikin. Welatî jî di rewşên baş de nîn in. Me tenê 2 lîre zêde kiriye û niha em bes ji mesref re kar dikin. Her ku buha zêde bibin, welatî jî nikarin werin xwarin bixwin. Em jî bi fikar in.”

Cergfiroş radigihînin ku berê li 5 salonên kargehê welatiyan cerg dixwar, lê niha tenê 2 salon jî tije nabin. Ji ber rewşa aborî ya welatiyan jî, welatî nikarin werin û li xwaringehan xwarin bixwin.

Nîhat Yerlî jî, ji Slopya bi mêvanê xwe re hatiye xwarina cerga Diyarbekirê û tîne ziman ku tamake gelek xweş e û her carê ku tê Diyarbekirê tekez cerg dixwe.

Nîhat Yerlî dibêje: “Tama cergê gelek xweş e, heyvê 3 caran em tên Diyarbekirê û her carê jî tên cerg dixwin. Ev jî wek çandeke me ye, navê cerga Diyarbekirê heye. Ev jî xwarzê min e ji Zaxo hatiye. Her ku em werin Diyarbekirê tekez cerg dixwin.”

Endezyarên Cotkarî jî balê dikşînin ku her ku hilberîna cotkarî û ajalvanî kêm dibe, peydakirina berheman zehmet dibe û buha jî zêde dibin. Cergfiroş jî metisiya ku nikaribin cerg peyda bikin û bifiroşin tînin ziman.