Li Herêma Kurdistanê 591 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 591 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 591 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 15 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  591 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 220 kes li Hewlêrê, 70 kes li Silêmaniyê, 195 kes li Duhokê, 16 kes li Helebceyê, 27 kes li Germiyanê û 63 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 960 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 400 kes li Hewlêrê, 288 kes li Silêmaniyê, 184 kes li Duhokê, 29 kes li Helebceyê, 17 kes li Germiyanê û 42 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 364252

Mirin: 6507

Başbûn: 347206

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.