Tendirustkar: Em di bin şert û mercên giran de dixebitin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şertên giran yên tenduristkaran, bi taybetî ji destpêka pandemiyê û heta niha wek kêşeyek e ku her diçe zêde dibe.

Nexweşxaneyan Jin û Zarokan a Diyarbekirê
Nexweşxaneyan Jin û Zarokan a Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şertên giran yên tenduristkaran, bi taybetî ji destpêka pandemiyê û heta niha wek kêşeyeke ku her diçe zêde dibe û berdewam dike ye. 3 roj berê tenduristkarekî 3 roj li ser hev nobet girtibû û ji ber bê xewmayînê di qeza trafîkê de canê xwe jidest dabû, di 3’ê mehê de jî, jineke ducanî zarokê xwe winda kir.

Rêveberên sendîqa û saziyên tenduristkaran piştî ku wê xebatkara tenduristiyê zarokê xwe winda kir, li ber nexweşxaneya Jin û Zarokan a Diyarbekirê, bi daxuyaniyekê bal kişandin ku tenduristkar her carê ku dibêjin şertên me baştir bikin jî, guhdarî nayê kirin û tenduristkar bi berdêlên giran berdêla vê yekê didin.

Hat rahigandin ku tenduristkareke jin, li gel ku ducanî bûye û rapora ku divê kar neke hebûye jî, wek nobetdar hatiye peywirdarkirin û zarokê xwe winda kiriye. Piştî bûyerê jî rêveberên nexweşxaneyê dixwazin ser mijarê bigirin. Lê heta ku kesên berpirs neyên darezandin, dê dozên hiqûqî jî bidomin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li gor pêwistiyê tenduristkarên peywirdarkirî kêm in û tenduristkar nikarin betlaneyên xwe bi kar bînin. Li gel ku ev kêşe her carê tînin rojevê jî, rayedar tu gavekî navêjin. Bang û daxwaz hat kirin ku şertên tenduristkaran bên dirust kirin û mobîngên ku li wan tên kirin, bên rawestandin.

Fly Erbil Advertisment