DAIŞ li Iraq û Sûriyê çalak dibe
10 hezar çekdarên DAIŞê li deverên cuda cuda yên Iraq û Sûriyê hene.
Hewlêr (K24) – Li gor zanyariyên îstixbaratî, DAIŞ li Iraq û Sûriyê çalak dibe û nêzîkî 10 hezar çekdarên wê li deverên cuda cuda yên li herdu welatan hene û dibe ku çekdarên DAIŞê car din çend deveran dagîr bike.
Her çiqas welatên rojavayê cîhanê tirsa wan ji zêdebûna êrîşên DAIŞê li Efxanistanê heye, lê li gor zanyariyên îstixbaratê, rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê çalak dibe û nêzîkî 10 hezar çekdarên wê li deverên cuda cuda yên li van herdu welatan hene.
Çavdêrên ewlehiyê yên Iraqê behsa wê yekê dikin ku DAIŞê ji bo rakişandina çekdaran bo nav rêxistinê û zêdekirina çalakiyên xwe, sûdeke mezin ji kampên awareyan dîtiye, bi taybetî jî ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê.
Rayedarên Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê jî di wê baweriyê de ne ku Kampa Holê navenda sereke ya pereyên rêxistina DAIŞê ye û çekdarên wê li nav Iraq û Sûriyê bi azadî tên û diçin û di van demên dawî de jî êrîş û kiryarên DAIŞê li Iraqê zêde bûne, hêzên Iraqê jî di wê astê de nîn in ku rewşa ewlehiyê biparêzin û sînorek deynin ber kiryarên DAIŞê.
Ev di demekê de ye ku rayedarên Iraqê behsa danûstandinên van demên dawî yên navbera Bexda û Washingtonê dikin û diyar dikin ku hêzên şerker ên Amerîkayê ji Iraqê vedikişin, lê belê aliyê Amerîkayê daxuyaniyên xwe yên li ser vê mijarê kêm kirine.
Berdevka Pentagonê Jessica McNulty ji Dengê Amerîkayê (VOA) re ragihandiye ku li ser daxwaza hikûmeta Bexdayê, hêzên wan dê li Iraqê bimînin, lê belê erkê wan dê bibe şêwirmendî.