Li Herêma Kurdistanê 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 400 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 400 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 40 kes li Hewlêrê, 101 kes li Silêmaniyê, 241 kes li Duhokê û 18 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 7 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Helebce û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 916 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 365309

Mirin: 6535

Başbûn: 349174

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.