Li Rojavayê Kurdistanê 28 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 28 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 28 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 155 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 4 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 36450 kesan, ji wan 2475 kes baş bûne û 1432 kesan jî canê xwe ji dest dane.