Li Rojavayê Kurdistanê 9 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 9 kesan canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 9 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 146 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 7 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 36722 kesan, ji wan 2485 kes baş bûne û 1462 kesan jî canê xwe ji dest dane.