Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Pakistanê amade ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Pakistanê yê li Iraqê Ehmed Emced Elî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li  Balyozê Pakistanê yê li Iraqê kir
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Pakistanê yê li Iraqê kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 10ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Pakistanê yê li Iraqê Ehmed Emced Elî kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Pakistanê silav û rêzên serkirdetiya Pakistanê gihande Serokwezîrê Herêma Kurdistanm û daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybetî di warê veberhênan û danûstandinên bazirganî û perwerdehiyê de ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê li zanîngehên Pakistanê.

Balyozê Pakistanê herwiha bi pêzanînên xwe bal kişand ser pêşketin û avakirin û pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê, ku weke faktora aramî û segamgîriyê ye li navçeyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî tekezkirina li ser amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Pakistanê, behsa bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahatê û pêşkêşkirina hêsankariya pêwîst ji bo veberhêneran kir.

Di civînê de herwiha derfetên kar û hemahengiya hevbeş ji bo mijarên cihê girîgiyê yê herdu aliyan in, hatin gotûbêjkirin.

Dîmenek ji civînê

 

Fly Erbil Advertisment