Li Efrînê 2 mamosteyên Kurdî ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Bajarê Efrînê
Bajarê Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 mamosteyên jin ên zimanê Kurdî revandin.

Çalakvanên Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Medenî her du mamoste Cîhan Mihemed Elî Qerehiso û Hêvîn Ehmed ji gundê Etmana yê navçeya Raco revandin.

Li gor çalakvanan, ew her du mamoste, bi tometa ku di dema Rêveberiya Xweser de, mamosteyên zimanê Kurdî bûn û li dibistanan waneyên Kurdî didan.

Çalakvanan diyar kir, piştî ku çekdaran 2 hezar Lîreyên Tirkî ji mamoste Cîhan Mihemed Elî Qerehiso standin, ew berdan, çarenivîsa mamoste Hêvîn Ehmed jî ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê û bi armanca ku Kurd ji Efrînê koçber bibin, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.