Mesrûr Barzanî piştevaniya Fransa bo Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne
Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Operasyonên Taybet ên Fransayê hewlên rûbirûbûna terorê guftûgo dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11 Mijdara 2021ê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Operasyonên Taybet ên Fransayê General Bertrand Toujouse kir.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê pêşvebirina pêwendiyan û hevahengiya di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û hewlên rûbirûbûna terorê hatin kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Operasyonên Taybet ên Fransayê amaje bi pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê wek faktereke aramiyê li Iraqê û navçeyê kir û tekez li wê kir ku serdana wî ji bo Herêma Kurdistanê, ji bo tekezkirina hevkariya xurt a di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya berdewam a Fransayê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan, karê hevbeş û hevahengiya dualî nîşan da.