Konsulê Hindistanê: Kurdistan24 çavkaniya sereke ya navendên dîplomasiyê ye
Konsulê Giştî yê Hindistanê Subhash Kain û cîgirê wî serdana Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê kirin.
Hewlêr (K24) – Konsulê Giştî yê Hindistanê Subhash Kain û cîgirê wî serdana Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê kirin û tekez kirin ku Kurdistan24 çavkaniyeke girîng û sereke ya nûçeyên Kurdistanê ye.
Subhash Kain, Konsulê Giştî yê Hindistanê yê li Herêma Kurdistanê û cîgirê wî Shri Sunder di serdana xwe de bo Saziya Kurdistan24ê, ji aliyê Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê Mihemed Hacî Kerîm û Beşa Pêwendiyên Giştî yê Saziyê ve hatin pêşwazîkirin û piştî gotûbêjkirina mijarên cihê girîngîdana herdu aliyan, Konsulê Giştî yê Hindistanê yê li Herêma Kurdistanê ragihand; her çiqas temenê saziyê ne mezin e, lê kariye bibe çavkaniyeke pêbawer li navendên dîplomasiyê û dîplomatkarên biyanî pişta xwe bi zanyarî û nûçeyên Kurdistan24ê ve girêdidin.
Kain destnîşan kir ku hebûna saziyeke wiha, ku cihê baweriya wergiran be, ji bo pêşandana rastiyan û belavkirina nûçeyên taybet ên Kurdistanê û geşedan û guherînên siyasî û aborî û civakî girîng e.
Konsulê Giştî yê Hindistanê diyar kir ku ji aliyê medyayî ve pêkanîna pira pêwendiya navbera çandên ciyawaz û mijarên cihê girîngiya gelan, erkekî girîng e.
Saziya Kurdistan24ê weke saziyeke niştimanî bi zimanên zindî yên navçe û cîhanê xizmetguzariyên medyayê pêşkêş dike û bûye çavkaniya sereke ya nûçe û zanyariyên taybet ên Kurdistanê.