Li Herêma Kurdistanê 502 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 502 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 502 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 502 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 180 kes li Hewlêrê, 61 kes li Silêmaniyê, 204 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 22 kes li Germiyanê û 19 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 5 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 3 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 744 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 260 kes li Hewlêrê, 105 kes li Silêmaniyê, 295 kes li Duhokê, 18 kes li Helebceyê, 21 kes li Germiyanê û 45 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 368376
Mirin: 6639
Başbûn: 353534
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.