Li Herêma Kurdistanê 12 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 322 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 322 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 36 kes li Hewlêrê, 114 kes li Silêmaniyê, 154 kes li Duhokê û 18 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 706 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 368698
Mirin: 6651
Başbûn: 354240
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.