13 çekdarên rêjîma Sûriyê di êrîşeke DAIŞê de hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – 13 çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê ve di êrîşeke çekdarên DAIŞê de li rojavayê Dêrazorê hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, çekdarên DAIŞê li rojavayê Dêrazorê êrîşî ser hêzeke eşîra Şiêtat a ser bi rêjîma Sûriyê ve kir û di encamê de 13 çekdar hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.
Li gor Rewangehê, di 5 mehên dawî de, ev êrîşa herî giran a çekdarên DAIŞê li ser hêzên rêjîma Sûriyê ye.
Li gor amarên Rewangehê, ji dema kontrolkirina Baxozê, dawî bajarokê Sûriyê ji destê DAIŞê di 23ê Adara 2019an de, 1593 leşker û çekdarên ser bi rêjîmê ve û 153 çekdarên Îranî hatine kuştin.
Li hemberê jî 1081 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.