Şandeke Amerîkî rewşa ewlehî û aborî bi HSDê re gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê rewşa ewlehî û aborî bi Fermandariya Giştî ya HSDê re gotûbêj dike.
Li gor malpera (HSD), Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê bi serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Ethan Goldrich kir.
Di civînê de, her du aliyan dawî pêşhatên herêmê û Sûriyê guftûgo kirin. Şanda Amerîkî jî tekezî li ser giringiya parastina rêkeftina kêmkirina rageşiyê, agirbesta li herêmê û Sûriyê bi giştî û berdewamkirina hewlên ji bo têkbirina bi yekcarî ya DAIŞê kir.
Her wiha di civînê de, rewşa ewlehî û aborî ya li herêmê, riyên zêdekirina alîkariyên mirovî ji wan re û bihêzkirina jêrxane û geşepêdana aborî ji bo parastina ewlehî û aramiyê hatin gotûbêjkirin.