Konsulê Kuwêtê: Hikûmeta Herêmê gelek asankarî ji weberhênerên Kuwêtê re kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Kuwêtê li Hewlêrê Omer El-Kenderî ragihand, di navbera Kuwêt û Herêma Kurdistanê de gelek hevbeşî hene û da zanîn, hikûmeta Herêmê gelek asankarî ji weberhêneran re kirine.

Konsulê Giştî yê Kuwêtê li Hewlêrê Omer El-Kenderî K24ê re ragihand, di navbera gelê Kuwêtê û gelê Herêma Kurdistanê de gelek hevbeşî hene, wek çanda lêborînê, pêkvejiyan û mirovdostî.

El-Kenderî tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek asankarî ji weberhêneran re pêşkêşî kirIne û pêwendiyên baş di navbera Kuwêt û Herêmê de hene.

Konsulê Giştî yê Kuwêtê da zanîn jî, Konsulxaneya wan bi berdewamî karsazên Kuwêtî han dide ku li Herêmê weberhênanê bikin.

El-Kenderî amaje bi wê yekê jî kir, dewleta Kuwêtê gelek alîkarî pêşkêşî koçber û penaberên Herêma Kurdistanê kirine, bi taybet piştî ku DAIŞê gelek navçeyên Iraqê dagir kir.