Karta vaksînê dibe merc ji bo bicîhanîna karên îdarî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê tenduristiya Hewlêrê ragehand, ewê karta vaksîna Koronayê bikin merc ji bo bicîhanîna karên îdarî yên xelkê.

Rêveberê Giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, ewê êdî karta vaksîna Koronayê ne tenê bo sefer û geştkirinê, lê belê ji bo karên îdarî jî bikin merc.

Dr. Dilovan Mihemed her wiha got, heta niha zêdetirî 40 hezar kartên vaksînê hatine çêkirin û radestî xwediyên wan hatine kirin.

Bi gotina Rêveberê Giştî yê tenduristiya Hewlêrê, her kesê ku du doz vaksîn li xwe dabe, dikare karta vaksînê bistîne û nirxa wê jî tenê 5 hezar Dînar e.