Li Herêma Kurdistanê 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 567 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 567 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 281 kes li Hewlêrê, 100 kes li Silêmaniyê, 61 kes li Duhokê, 7 kes li Helebce, 18 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 1 kes li Helebce, 2 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 643 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 369265

Mirin: 6667

Başbûn: 354883

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.