Li Herêma Kurdistanê 18 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 475 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 18 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 475 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 174 kes li Hewlêrê, 76 kes li Silêmaniyê, 182 kes li Duhokê, 4 kes li Helebce, 17 kes li Germiyanê û 22 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 1 kes li Helebce û 2 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 566 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 369740
Mirin: 6685
Başbûn: 355449
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.