Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê li Duhokê dest pê dike
Hejmarek ji serkirdeyên diyar ên Herêma Kurdistanê û Iraqê, akademîsyenên biyanî û yên Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê li Duhokê, di korbendê de beşdar dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi gotara bixêrhatinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr, Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê li Duhokê dest pê dike.
Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn 16 û 17 Mijdara 2021ê li zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê li Duhokê birêve diçe.
Serokkomara Iraqê Behem Salih, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek ji serkirdeyên diyar ên Herêma Kurdistanê û Iraqê, akademîsyenên biyanî û yên Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê li Duhokê, di korbendê de beşdar dibin.
Piştî pêşkêşkirina gotara bixêrhatinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, yekem panelê li ser guhatinên li Rojhilata Navîn û parastina aştiyê tê pêşkêşkirin.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, gotarekê di panela yekem de pêşkêş dike û tê de ronahiyê dixe ser rewşa Iraq û herêmê.
Her di wê panelê de jî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Tevgera Hîkme Emmar Hekîm gotarên xwe pêşkêş dikin.
Her îro jî, panela duyem bi navnîşana “Aştî li Rojhilata Navîn: Rehendên Avakirina Asayişa Herêmî” birêve diçe, her yek ji Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, Balyozê Misrê Welîd Îsmaîl, balyozê berê yê Amerîka Zilmay Xelîl Zade û hejmarek akademîsyenên biyanî beşdar dibin,
Di panela sêyem a roja yekem de ku ji aliyê Dr. Karîn Yong ji peymangeha Rojhilata Navîn ve birêve diçe, hejmarek akademîsyenên biyanî beşdar dibin.
Di panela çarem de ku ji aliyê rojnamevanê rojnameya “The Guarian” Martin Jolov ve birêve diçe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdar dibe û gotarekê pêşkêş dike. Piştre deriyê guftûgoyan tê vekirin.
Roja yekem a Korbanê, bi gotareke Serokê Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê Dr. Randall Rhodes bi dawî dibe.