Li Herêma Kurdistanê 446 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 446 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Nexweşxaneyeke Koronayê li Herêma Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Herêma Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 446 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  446 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 146 kes li Hewlêrê, 73 kes li Silêmaniyê, 192 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 9 kes li Germiyanê û 17kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 1kes li Helebceyê, 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 456 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 180 kes li Hewlêrê, 71 kes li Silêmaniyê, 154 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 24 kes li Germiyanê û 15 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 370186

Mirin: 6702

Başbûn: 355905

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.