Serok Barzanî û Berhem Salih rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Mijdara 2021ê, pêşwazî li Serokkomarê Iraqê Berhem Salih kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Mijdara 2021ê, pêşwazî li Serokkomarê Iraqê Berhem Salih kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, qonaxa piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran, çareseriyên ji bo rastrêkirina proseya siyasî, derbaskirina astengî û qeyranan û pirsên niha yên Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.