Herdu serokên Iraq û Herêma Kurdistanê rewşa welat gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çarşemê 17ê Mijdara 2021ê li Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çarşemê 17ê Mijdara 2021ê li Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir û herdu alî hevnêrîn bûn ji bo bicihkirina seqamgiriyê û pêkanîna hikûmeteke xizmetguzar ku bersiva daxwazên welatiyan bide.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civîna Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih de, qonaxa piştî hilbijartina parlamentoya Iraqê û encamên wê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyan de, mijara damezrandina hikûmeta nû û rewşa Iraqê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Şerê li dijî terorê, rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê û pêşhatên li navçeyê beşek ji mijarên civînê bûn ku giftugo li ser hatin kirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, herdu aliyan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya hevkarî û hevahengiya hêz û aliyên Iraqî kir ji bo derbaskirina astengiyên vê qonaxê.

Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih civiyan

 

Fly Erbil Advertisment