Li Bakurê Kurdistanê 44 kes bi tometa qaçaxiya koçberan hatin binçavkirin

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bakurê Kurdistanê 44 kes bi tometa qaçaxiya koçberan hatin binçavkirin. Di operasyonan de 304 koçber jî hatin desteserkirin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyeyê, li dijî qaçaxiya koçberan li bajarên Bidlîs, Wan, Sêrt, Batman û Mûşê operasyon encam dan.

Li gor agahiyan, 44 kes hatin binçavkirin ku bi rêkxistina qaçaxiya koçberên biyanî tên tometbarkirin.

Di operasyonan de, 304 koçberên Efxanî û Pakistanî jî hatin desteserkirin.