Hûrgiliyên ajendaya Korbenda Diyaloga Mename 2021
Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro înê Behreyn bo dema 3 rojan mêvandarî li Korbenda Diyaloga Mename 2021ê dike.

Hewlêr (K24) – Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro înê Behreyn bo dema 3 rojan mêvandarî li Korbenda Diyaloga Mename 2021ê dike, ku li Rojhilata Navîn yekem lûtkeya bi vê cûreyê birêve diçe.
Îro Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand; Mesrûr Barzanî tevî şandeke hikûmetê ber bi Menameya paytexta Behreynê bi rê ket ji bo beşdarbûna li Korbenda Diyaloga Mename 2021.
Li gor daxuyaniya ofîsê; "Biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya korbendê de çendîn civîn û hevdîtinên girîng ligel rayedarên payebilind ên Amerîkî û Ewropî û welatên Erebî û Rojhilata Navîn encam bide.”
Korbend wezîrên berevanî, derve, şêwirmendên bilind ên asayîşa netewî, serokerkanên welatan, berpirsên îstixbaratê, şareza, bîrmend û karsazên mezin ên navçeyê kom dike.
Zêdetirî 300 rayedar û rewşenbîrên welatên cîhanê dê beşdarî korbendê bibin. Herwiha ev korbend dibe sedema civînên dualî yên beşdaran û nêzîkbûna wan a zêdetir ji bo hev.
Ji sala 2004an ve Behreyn mêvandariya vê korbendê dike û Wezareta Derve ya Behreynê bi hevbeşiya ligel Peymangeha Navdewletî ya Lêkolînên Stratejîk (IISS), ku ofîsa wê ya sereke li Brîtanyayê ye, vê korbendê birêve dibe.
Rêveberê Cîbicîkar ê IISSê Tom Beckett ragihand; mijara sereke ya gotûbêja îsal a korbenda Mename li ser pir alîbûna li Rojhilata Navîn e.
Tom Beckett diyar kir: “Milmilanî û rikeberiyên li navçeyê tên zanîn, lê belê ev bername hejmûna wê hebû ji bo çareseriyan, ev korbend derfetek e ji bo derxistina pir rengî û pir alî û guncawî ligel berjewendiyan û hejmûn û nirxan li Rojhilata Navîn.”
Pirsa milmilaniyên Iraq, Sûriye, Yemen, Lîbya, Efxanistan beşek ji ajendaya korbendê ye.