Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanyayê civiyan

Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Mijdara 2021ê li bajarê Mename Paytexta behrênê, ligel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanyayê Sir Stephen Lovegrove civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê hatin kirin û tekezî li girîngiya berdewamiya hevahengî û hevkariyê ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê hate kirin.

Çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û çend babetên din ên cihê girîngiya her du Aliyan, tewereke din a guftûgoyên civînê bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta beşdariya di “Diyaloga Mename 2021” de, îro gihîşt Mename Paytexta Behrênê.

Fly Erbil Advertisment