Li Herêma Kurdistanê 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 362 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 362 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 161 kes li Hewlêrê, 57 kes li Silêmaniyê, 124 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê û 15 ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 2 kes li Helebce, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 632 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 371477
Mirin: 6746
Başbûn: 357735
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.