Hejmarek mûşek li nava bajarê Efrînê ketin.. Kuştin û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek mûşek li nava bajarê Efrînê ketin û li gor zanyariyan, hejmarek kuştî û birîndar hene.
Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 18:00 hejmarek ji mûşekan li nava bajarê Efrînê li malên sivlîan ketin.
Li gor zanyariyên destpêkê, 3 kes hatine kuştin, di nava wan de jinek heye û zêdetir ji 10 kesan birîndar bûne.
Pêştir jî çend caran navenda bajarê Efrînê bi mûşekan hatibû armanckirin û di encamê de, welatiyên sivîl bûbûn qurbanî.