Serok Barzanî û Seroka Ofîsa YEyê rewşa Iraqê gotûbêj kirin
Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Mijdara 2021ê li Selahedîn pêşwazî li Seroka Ofîsa Hemahengiya Ewropayê ya li Herêma Kurdistanê Marie Paret kir.
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Mijdara 2021ê li Selahedîn pêşwazî li Seroka Ofîsa Hemahengiya Ewropayê ya li Herêma Kurdistanê Marie Paret kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û hevkêşeyên siyasî yên nû yên qada siyaseta Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Seroka Ofîsa Hemahengiya Ewropayê ya li Herêma Kurdistanê Marie Paret hilbijartinên Parlamentoya Iraqê weke nimûneyî wesf kir û li ser vê mijarê Serok Barzanî pêzanînên wî ji bo rola rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê hebû di proseya alîkarîkirin û çavdêriya birêveçûna hilbijartinan de.
Gefa terorê û rewşa Sûriyê mijarên din ên hevdîtinê bûn.