Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê 4 kes revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 kesên sivîl revandin.

Jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja 18ê Mijdarê 3 kesên sivîl ji gundê Kefir Sefrê yê li navçeya Cindirêsê revandin.

Da zanîn jî, navên kesên hatine navên wan, Henan Îbrahîm Mewas, Hacî Murad Hacî Hiso, Mesûd Osman Xilo ne û ew her sê jî pêştir 2 caran hatibûn revandin û piştî fidye dabûn, hatibûn berdan.

Wî jêderî diyar kir jî, grûpa çekdar a li gundê Memila yê li navçeya Raco, pêr 17ê Mijdarê welatiyê bi navê Serbest Birîm revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.