Mesrûr Barzanî li Menameyê hejmarek hevdîtin bi berpirsên welatên cîhanê re kirin

Pirsên niha yên li ser asta Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê hatin guftûgokirin û tekezî li ser girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li perawîza beşdariya di Diyaloga Mename 2021 de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hejmarek hevdîtin û civîn bi berpirsên pilebilind ên cîhanê kirin.

Di civîn û hevdîtinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi berpirsên pilebilind ên cîhanê re, guftûgo derbarê pirsên girîng hatin kirin, ji wan jî pirsa rûbirûbûna terorê, guhartinên keşûhewayê, pandemiya Koronayê û bandora wê li ser aboriya cîhanê, pirsgirêkên koçberan li ser sînoran û hevkariyên Hevpeymaniya Navdewletî bi Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re û tekezî li ser girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê li herêm û cîhanê hate kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin - Mename 20/11/2021

Di wê çarçoveyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin re civiya. Di civînê de, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bi rêz û pêzanîn, amaje bi rol û pêgeha bi bandor a Serok Mesûd Barzanî li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û dubare kir ku Herêma Kurdistanê hevbeş û hevpeymanoyeke girîng a Amerîka li herêmê ye û tekez kir jî, Amerîka di piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û bi taybet li hêza Pêşmerge di rûbirûbûna DAIŞê de kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, spasiya piştevaniya berdewam a Amerîka kir û tekezî li girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û hebûna hevahengiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha Diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê û girîngiya bicihkirina rêkeftina asayîşakirina rewşa Şingalê, mijarên din ên civînê bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Rêkxerê Karûbarên Rojhilata Navîn li Koşka Sipî Brett McGurk - Mename 20/11/2021

Her îro jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Menameyê bi Rêkxerê Karûbarên Rojhilata Navîn li Koşka Sipî Brett McGurk civiya.

Di hevdîtinê de, guhartin û pêşhatên herêmê, rewşa giştî ya Iraqê ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hatin guftûgokirin.

Her di vê civînê de jî, tekezî li ser baştirkirina hevkarî û alîkarîyan ji bo ewlehî û aramiya rewşa Iraqê û deverê hate kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Selman bin Hemed Al Xelîfe - Mename 20/11/2021

Hevdîtineke din a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi Selman bin Hemed Al Xelîfe, Şahzadeyê Cihnişîn, Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Serokwezîr û Serokê Encûmena Pêşxistina Aboriya Behreynê re bû.

Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê, guhartin û pêşhatên navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Şaneşîna Behreynê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Her du aliyan tekezî li girîngiya bihêzkirin û pêşkêşkirina derfetên weberhênanê, bi sûdwergirtina ji ezmûna weberhênana Behreynê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûlxêt - Mename 20/11/2021

Herwiha, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Behreynê bi Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûlxêt civiya.

Di civînê de rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û pêwendiyên Komkara Erebî û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya ji bo rûbirûbûna kêşe û astengiyên herêmî hat kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Urdinê Eymen Sefedî - Mename 20/11/2021

Di berdewamiya hevdîtinên bi berpirsên pilebilind ên herêm û cîhanê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Behreynê di çarçoveya Diyaloga Mename 2021ê de ligel Cîgirê Serokwezîrê Urdinê Eymen Sefedî civiya.

Di civînê de pêwendiyên dîrokî yên navbera Urdin û Herêma Kurdistanê û geşedanên herî dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê silav û rêzên Şah Ebdullah Şahê Urdinê gihande Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Şah Ebdullah û Urdinê kir û tekezî li ser girîngiya berfirehkirina warên alîkarî û hemahengiyê ligel Urdinê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê Miguel Berger - Mename 20/11/2021

Di hevdîtineke din de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Diyaloga Menane 2021ê de li paytexta Behreynê, ligel Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê Miguel Berger civiya.

Wezîrê Dewletê yê Almanyayê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber rêkarên li hember kesên bazirganiyê bi mirovan dikin û rêgirtina li koçkirina neyasayî û hêsankariya vegerandina bi daxwaza koçberan bo Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanyayê Sir Stephen Lovegrove - Mename 19/11/2021

Duhî jî ku yekem roja Diyaloga Mename 2021 bû, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Mijdara 2021ê li bajarê Mename Paytexta behrênê, ligel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanyayê Sir Stephen Lovegrove civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê hatin kirin û tekezî li girîngiya berdewamiya hevahengî û hevkariyê ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê hate kirin.

Çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û çend babetên din ên cihê girîngiya her du Aliyan, tewereke din a guftûgoyên civînê bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di paneleke Diyaloga Mename 2021 de

Her duhî jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî paneleke Diyaloga Mename 2021 bû û tekez kir, Herêma Kurdistanê li herêmê, bûye wargeheke aram.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê Heşda Şeibî de ragihand, Heşda Şeibî ne saziyeke yakangîr e, lê belê hemû pêkhateyên di nava Heşdê de, derveyî yasayê nînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi aramî û ewlehiya li Herêma Kurdistanê kir û tekez kir, Herêma Kurdistanê li herêmê, bûye wargeheke aram û li ser asta herêmê jî dive kar ji bo aramiyê berdewam bikin.

Herwiha got: Li Rojhilata Navîn pêwîstiya me bi peykerbendiyeke nû ya ewlehiyê heye, pêwîst e welatên herêmê Îran jî di nav de, di nava peykerbendiya ewlehiya nû de bin. Got jî: Nebûna dadperwerî û seqamgîriya aboriyê, sedema berdewambûna metirsiyên DAIŞê ne.

Li ser mijara koçkirinê jî, Mesrûr Barzanî eşkere kir ku koçkirin diyardeyeke cîhanî ye û li her derê heye, lê belê torên şareza bi mebesta siyasî, bazirganî bi welatiyên me kir. Bi ti awayî nabe welatî weke çek werin bikaranîn.

Metirsî û bandorên guherîna keş û hewaya dinyayê, beşeke din a panela Mesrûr Barzanî pêk anî û li ser vê mijarê diyar kir: “Guherîna keş û hewayê li Rojhilata Navîn dest pê kiriye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewama gotara xwe de bal kişand ser rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê ya çend salên dawî û mijarên darayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û got: “Di çend salên borî de tenê bi %5ê budceya Iraqê, me projeyên xwe kirine, lê belê pirs ev e, %95ê budceya Iraqê li çi hat xerckirin?”

Li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî Mesrûr Barzanî veneşart ku îdareya Rojava nûnertiya hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê nake û nabe bi navê nûnertiya hemû Kurdan ligel Şamê danûstandinan bike û tekez kir: “Em piştevaniya Diyaloga Kurdî – Kurdî dikin.”

Herwiha tekez kir: “Ji ber destwerdanên PKKê, pêwendiyeke asayî ya Hikûmeta Herêmê ligel Rojavayê Kurdistanê tune.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê hemû alîkarî û hemahengiyê ligel welatên Yekîtiya Ewropayê dike ji bo hawarçûn û çareserkirina kêşeya koçberên li sînorê Belarus û Polandayê.

Di beşeke din a civînê de çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û derfetên pêşvebirina veberhênan û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên parlamentoyê hatin gotûbêjkirin.

Fly Erbil Advertisment