Li Herêma Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 355 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 355 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 29 kes li Hewlêrê, 169 kes li Silêmaniyê, 138 kes li Duhokê û 19 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand, di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 592 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 371832
Mirin: 6757
Başbûn: 358327
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.