Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Berevaniya Singapore civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ligel wezîrên derve yên hejmarek welatan dicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Berevaniyê yê Singapore Zakî Mihemed îro 21ê Mijdara 2021ê li Menameyê civiyan.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê, guhartinên li herêmê û pêşvebirina pêwendiyên di navbera her du aliyan de, bi taybetî di ware bazirganî û sûdwergirtina ji ezmûna serkeftî ya Singapore di warê abor û birêvebirinê de hatin kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li perawîza Diyaloga Mename, ligel wezîrên derve yên hejmarek welatan dicive.