Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Îmaratê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Mename çendîn hevdîtinan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Mijdara 2021ê li perawîza beşdariya di Diyaloga Mename 2021 de, ligel Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Îmaratê Xelîfe Şahîn civiya.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên herêmê û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarat hatin guftûgokirin û tekezî li girîngiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de ji bo aramiya herêmê hate kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li perawîza Diyaloga Mename, ligel wezîrên derve yên hejmarek welatan dicive.

 

Fly Erbil Advertisment