Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Yûnanistanê civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li perawîza Diyaloga Mename, îro ligel wezîrên derve yên hejmarek welatan dicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Mijdara 2021ê li perawîza beşdariya di Diyaloga Mename 2021 de, ligel Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias civiya.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê hatin guftûgokirin.
Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derfetên weberhênanê, rûbirûbûna gefên DAIŞê, girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li ser bingeha destûrê û rewşa Sûriyê, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn.