Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Beheynê civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Beheynê çend pirsên girîng guftûgo dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Mijdara 2021ê li perawîza beşdariya di Diyaloga Mename 2021 de, ligel Wezîrê Derve yê Behreynê Ebduletîf Zeyanî civiya.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran û pêşvebirina pêwendiyên Behreyn ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin guftûgokirin.
Di tewereke din de, dawî pêşhat û guhartinên herêmê û firehkirina hevkarî û hevahengiyên ji bo babetên ku cihê girîngiya hevbeş in, hetin guftûgokirin.