Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê şehîd Hozan Ebûzêd bi bîr anî
Navenda Nûçeyan (K24) – Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê di salvegera Şehîdê rojnamevan Hozan Abûzêd de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê de hatiye: “Îro salvegera 9emîn a şehîdbûna rojnamevan Hozan Ebûzêd derbas dibe ku di 19-11-2012an de li bajarê Serê Kaniyê ji aliyê komeke çekdar a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hate kuştin ku bi kamîreya xwe bûyer belge dikirin û kar ji bo gihandina dengê Kurdan bo dezgehên ragihandinê dikir.”
Di daxuyaniyê de hat got: “Ji bilî karê xwe yê wênegiriyê, ji malper û kenalan kar dikir. Şehîd Hozan di heman demê de wek sirûdbêjekî şoreşê kar dikir û bi (Qeşûşê Qamişlo) hatibû binavkirin, herwiha ew yekem kes bû ala Kurdistanê di xwepêşandanên Humsê de bilind kir ku li wir xwendekarê zanîngehê bû."
Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê dibêje: “Dema ku em şehîd Hozan bi bîr tînin, rewşa ragihandinê li Kurdistana Sûriyê di rewşeke xirap de ye ku berî çend rojan, desthilatdarên Rêveberiya Xweser du hevkarên me Salih Ehmed û Berzan Liyanî ji girtîgehan serbest berdan.”
Di beşeke din daxuyaniyê de hat: “Qeyda Rêveberiya Xweser di dosyaya medyayê de reş e, bi taybetî bi kesên ku ne bi hizr û arasteyên vê rêveberiyê re ne û rexneyan li kiryarên desthilatdariya PYDê digirin.”
Li dawiyê jî Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê - Sûriyê radigihîne: “Em di Encûmena Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê - Sûriyê de û em salvegera şehîd Hozan Ebûzêd bi bîr tînin, soz didin hemû hevkarên şehîd bûne ku kar ji bo aşkerekirina rastiyê bikin. Rûmetî Ji giyanê Şehîd Hozan Ebûzêd re û rûreşî ji dijminên çapemeniyê re”