Wezîra Derve ya Swêdê gihîşte Hewlêrê

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê kir
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê kir

Hewlêr (K24) – Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde gihîşte Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin.

Ann Linde piştî serdana xwe ya Bexdayê gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Îro Ann Linde li Bexdayê bû û ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ragihand: “Hikûmeta Swêdê hikûmeta Iraqê han dide ji bo encamdana çaksaziyan di warê aborî û hemû aliyê de ji bo seqamgîriya Iraqê. Herwiha em pabend in bi piştevanîkirina Iraqê di mijara rûbirûbûna DAIŞ û terorê de.”

Linde destnîşan kir: “Swêd piştevaniya Iraqê dike ji bo parastina sînorên wê û pêşvebirina pêwendiyên ligel Yekîtiya Ewropayê.”

 

Fly Erbil Advertisment