Platfroma Tendirustiyê ya Amedê rexneyê li budçeya tendirustiyê ya 2022an digire

Diyarbekir (K24) – Platfroma Tendirustiyê ya Amedê li ber Nexweşxaneya Zarokan a Diyarbekirê derbarê budçeya Wezareta Tendirustiyê ya Sala 2022yan de daxuyaniyek da û hat amajekirin ku budce li gorî pêdiviyên qada tendirustiyê nehatiye amadekirin.

Li Diyarbekirê ber Nexweşxaneya Zarokan ji aliyê Platforma Tendirustiyê ya Amedê ve civînek çapemeniyê hat li darxistin. Di daxuyaniyê de derbarê budceya Wezareta Tendirustiyê ya Sala 2022an de rexne li desthilatê hat girtin.

Di daxuyaniya ji aliyê Hevseroka Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê ya Şaxa Diyarbekir Yildiz Ok Orak ve hatî xwendin de hat amajekirin, %64ê budceyê bo xizmetên dermankirinê û %33ê budceyê bo xizmetên parastinê hatine senifandin ku ev yek nîşan dide ku tendirustî bûye qada bazirganiyê û wek metayekê tê bikaranîn.

Derbarê lêçûnên avakirina nexweşxaneyên nû de jî bal hat kêşan ku Wezareta Tendirustiyê pereyeke zêde dide mutehîtên ku nexweşxane ava kirine.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku %20ê budceyê bo nexweşxaneyên bajêr hatine veqetandin lê gorî dadgeha bilind a jimaryariyê pereyeke zêde bo mutehîtan hatiye dayîn, lêçûn li gorî pêdiviyan nehatine kirin û gelek amûrên nexweşxaneyên nû ji nexweşxaneyên kevin ên hatine girtin hatine dabînkirin.