Li Dêrsimê bo du hefteyan qedexe hat ragihandin
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta rêgirtin li belavbûna Koronayê bo dema 15 rojan xwepêşandan û meş û çalakî hatin qedexekirin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta rêgirtin li belavbûna Koronayê bo dema 15 rojan xwepêşandan û meş û çalakî hatin qedexekirin.
Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Parêzgariya Dêrsimê ve hatiye belavkirin, ji îro çarşemê 24ê Mijdara 2021ê heta 8ê Kanûna 2021ê, bo dema 15 rojan li sînorê parêzgeha Dêrsimê û bajarok û navçeyên wê, hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan qedexe ne.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ji bo rêgirtin li zêdetir belavbûna Koronayê biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de tê gotin ku biryara qedexekirinê wan çalakiyan li xwe nagire ku walîtî û qeymeqamî destûrê didin.