Serbazekî Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê hat kuştin
Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihand; serbazekî Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê hat kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihand; serbazekî Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê hat kuştin.
Îro înê 26ê Mijdarê, Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihand; dema serbazan rê li ber derbasbûna komek ji Sûriyê bo nav axa Tirkiyê digirt, teqe li serbazan hatiye kirin û di encamê de serbazek hatiye kuştin.
Li gor daxuyaniyê, çawişê pispor Savaş Dink (29 salî) rakirine Nexweşxaneya Kilîsê, lê tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest daye.