Parlamentoya Fransayê li ser naskirina jenosîda dijî Kurdan deng dide
Projeyasa ji aliyê beşek ji parlamenterên Fransayê ve hatiye amadekirin.
Hewlêr (K24) – Îro înê 26ê Mijdara 2021ê Parlamentoya Fransayê deng li ser proje biryara derbarê jenosîda gelê Kurd de dide, ku ji aliyê beşek ji parlamenterên Fransayê ve hatiye amadekirin.
Beşek ji endamên Parlamentoya Fransayê projeyasayak ji bo naskirina jenosîda hikûmeta Baesê yên beramaberî gelê Kurdistanê amade kir û daxwaz dikin, ku hikûmeta welatê wan wek dostekî Kurd, îtîrafê bi jenosîd, kîmyabaran, Enfal û raguhestina Kurdan bike.
Di projeyasayê de hatiye diyarkirin: “Fransa, dostê gelê Kurd, welatek ku divê ji hemû welatên zêdetir wateya jenosîdê bizane, bi çavekî mezintir tawaneke bi vî rengî ya li dijî mirovahiyê bibîne.”
Biryar e îro 26ê Mijdara 2021ê Parlamentoya Fransayê rûniştineke taybet saz bike û beşek jî ji bo dengdana li ser wê projeyasaya taybet bi gelê Kurd dibe û eger dengên endamên parlamentoyê bidest bixe, komkujî û êrişên li dijî Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê wek jenosîd tê naskirin.
Ev projeyasa ji aliyê 16 parlamenteran ve hatiye pêşkêşkirin ku Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat Jan Kristof Lagard yek ji wan e û ji aliyê wî ve hatiye amadekirin.
Di projesyasayê de amaje bi raporta Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û rêkeftina Cinêv a taybet bi jenosîdê hatiye kirin û hatiye tekezkirin ku armanca rejîma Iraqê ya wê demê jinavbirin û jenosîda gelê Kurd bûye “niyaz û kiryar hev digirin, tawana jenosîdê bi temamî hatiye cîbicîkirin.”
Di projeyasayê de daxwaz ji hikûmeta Fransayê hatiye kirin ku vê jenosîdê nas bike û piştevaniya qerebûkirina ziyana qurbaniyan û malbatên wan bike.