Çalakiyên bernameya bîranîna Tahir Elçî dest pê kir

Di çarçoveya çalakiyên Bernameya Bîranîna Tahîr Elçî de li Diyarbekirê Pêşangeha Wêneyan a bi navê 50 Girtî û 50 Wênekêş hat vekirin.

Pêşangeha Wêneyan a bi navê 50 Girtî û 50 Wênekêş hat vekirin
Pêşangeha Wêneyan a bi navê 50 Girtî û 50 Wênekêş hat vekirin

Diyarbekir (K24) - Di çarçoveya çalakiyên Bernameya Bîranîna Tahîr Elçî de li Diyarbekirê Pêşangeha Wêneyan a bi navê 50 Girtî û 50 Wênekêş hat vekirin.

Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren di pêşangehê de amaje kir ku girîng e bi navê azadîparêzek wek Tahîr Elçî pêşangeheke bi berhemên girtiyan were vekirin.

Bernameya Bîranîna Tahîr Elçî li Diyarbekirê bi pêşangehekê dest pê kir. Pêşangeh di Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Diyarbekirê de hat vekirin.

Navê pêşangehê “50 Girtî û 50 Wêne” ye. Di pêşangehê de li gel helbestên girtiyan wêneyên wênekêşan tên pêşandan.

Di bernameya vekirinê de Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren amaje kir ku girîng e bi navê azadîparêzek wek Tahîr Elçî pêşangeheke bi berhemên girtiyan were vekirin.

Yek ji organîzetorên pêşangehê Adîl Okay jî anî zimên ku ew Tahîr Elçî bi rêzdarî bi bîr tînin û bal kişand ku gelek girtiyên ku jiyana xwe ji bo wekhevî û azadiyê feda kirine di girtîgehan de ne û divê ew girtî neyên jibîrkirin û bang kir ku bila her kesek navnîşanek a girtiyek bibijêre û ji wan re nameyan bişînin ji ber ku ji bo girtiyan name gelek girîng û hêja ne.